Sunday, August 18, 2019
HomeCihêrengÇerxerêya El-Naîm tê sererastkirin
CihêrengDaxuyanîHevpeyvînmanshetNûçeŞehîdên me

Çerxerêya El-Naîm tê sererastkirin

Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya Tîma Destwerdanên Lezgîn, Çerxerêya El-Naîm a ku çeteyên DAIŞ`ê lê îşkence li şêniyan dikir û ew bi dar ve dikirin, sererast dike.

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve di Mijdara 2017`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, şaredariya gel hemû xebatên sererastkirinê girtin ser xwe û hemû pir û cihên ku ji ber şer hilweşiyane, sererast dike.

Şaredariya gel bi hevkariya rêxistinên ku di bajar de dixebitin, Çerxerêya El-Naîm, Çerxerêya El-Saa, Çerxerêya El-Meşhedanî û Çerxerêya El-Meleb sererast dike.

Ji girîngtirîn çerxerêyên ku têne sererastkirin Çerxerêya El-Naîm e ku çeteyên DAIŞ`ê ew  kiribû ‘Çerxerêya El-Cehîm’ ango “çerxerêya dojehê”. Li wê derê bi sedan sivîl bê sûc ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin kuştin, darvekirin û serjêkirin.

Îro jî piştî kar û xebatên ku ji aliyê şaredariya gel û Tîma Destwerdanên Lezgîn ve têne kirin, çerxerê vedigere halê xwe yê asayî  û xebatên destpêkê yên sererastkirinê ber bi dawiyê ve diçin. Werşeyên kar ên girêdayî şaredariyê û Tîma Destwerdanên Lezgîn ji saetên sibê ve dest bi xebatên sererastkirinê dikin da ku di zûtirîn demê de bi dawî bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm destnîşan kir ku şaredariyê dest bi sererastkirina çerxerêyên bajêr kiriye, dê rêyên çerxerêyan werin qîrkirin û hemû çerxerê werin boyaxkirin. Her wiha diyar kir ku dê careke din jiyanê li bajarê xwe vegerînin. Her wiha çerxerêyên El-Sunbula, El-Mezarî, El-Firûsiye û Çerxerêya El-Meqes hatin sererastkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 11‘ê Cotmeha 2017‘an Çerxerêya Neîm rizgar kir. Ev dever niha bûye meqseda şêniyan, her wiha gelek dikan lê hatine vekirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *