‘Hewldanên hêzên derve yên ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re têk çûn’

0 579

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed anî ziman ku çaranûsa hemû civînên bi armanca danîna destûreke nû ji Sûriyê re li dar dikevin, têkçûn e, ji ber ku bêyî hebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê li dar dikevin.

Di hevpeyvînek li gel ajansa me de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got mijara destûra Sûriyê ji bo pêşeroja Sûriyê mijareke girîng e û her wiha diyar kir ku hemû civînên Cinêv û Astanayê ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê û danîna destûreke nû ji Sûriyê re li dar ketine, têkçûn e.

Her wiha Îlham Ehmed destnîşan kir ku sedema têkçûna wan civînan nebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyeyê ye û diyar kir ku kes an jî aliyên ku tev li civînan bûne di bin banê siyasetên dewletên derve û herêmî de yên ku dixwazin berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bînin, dixebitin. Ji lew re ne deng û ne nêrîna gelê Sûriyê di wan civînan de hebû û ji bo vê jî ew civîn têk çûn.

Di dirêjahiya gotinên xwe de Îlham Ehmed hewldanên dewletên mîsogerkar (Tirkiye, Rûsya û Îran) di civîna Astanayê de ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re bi bîr xist û wiha got: “Dihat payîn ku di civîna Astanayê de komîteyek ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re bihata avakirin, lê ev hewldan bi ser neket. Di vir de mirov dikare teqez bike ku tu kes ji bilî gelê Sûriyê nikare çareseriyeke guncaw ji aloziya Sûriyê re bibîne.”

Îlham destnîşan kir ku di vê pêngavê de divê ji nû ve sazûmaniya komîteya amadekirina destûrê bê avakirin da ku ji hemû pêkhate û nûnerên gelê Sûriyê pêk were û wiha got:”Di vê pêngavê de guhertin şertek e. Ji ber ku şandeyên berê nekarîn aloziyê çareser bikin lê berovajî wê her ku çû mijar girêktir kirin.”

 

Her wiha Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew wek Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo amadekirina destûra Sûriyê bi israr kar kirine û fikrên xwe gihandin dewletên ku bi kar û barên Sûriyê re eleqedar in û ev tişt anî ziman: “Ji salekê ve em reşpelika destûreke nû ji Sûriyê re amade dikin û me binesaziya wê amade kiriye.”

 

Têkildarî Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li bajaroka Eyn Îsa li darketibûn, Îlham Ehmed da zanîn ku beşdarên danûstandinê biryar dane ku wê mijara danûstandinên destûra Sûriyê bi tevlêbûna hemû aliyên opozîsyonê û hêzên siyasî be.

Di dawiyê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demikratîk Îlham Ehmed got ji bo gotûbêjkirina destûra Sûriyê dê civînên berfireh ji kesên pispor û hiqûqnasan re li dar bixin û wiha bi dawî kir:”Meclisa Sûriya Demokratîk bi awayekî taybet wê girîngiyê bide mijara destûra Sûriyê û girtina nêrînên gelê Sûriyê ji bo pêkanîna hin guhertinên pêwîst di reşpelika destûra Sûriyê de ku ji hêla MSD’ê ve hatiye amadekirin.”

Leave A Reply

Your email address will not be published.