Wednesday, September 28, 2022
HomeCihêrengLi Dêrazorê rewşa çandiniyê
CihêrengmanshetNûçe

Li Dêrazorê rewşa çandiniyê

Axa gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê ji bo çandiniyê guncaw e, ji ber vê yekê gelek berhem lê têne çandin. Ruxmî şer û dorpêça bi salan li ser vê herêmê jî, çandinî heya radeyekê bi pêş ket.

Li gundewarên Dêrazorê çandinî jêdera sereke ya jiyana şêniyan e, di asta yekemîn de genim tê, paşê pembo, garis û sîro têne çandin.

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê di çarçoveya xebatên xwe yên pêşxistina asta çandiyê de dest bi hejmartina zeviyên çandiniyê li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê dike.

Di salên dawîn de ango di dema dagirkirina herêman de ji aliyê komên çete ve û di encamên şerên li van deveran de piraniya zeviyan nedihatin çandin, di heman demê de ji ber şer û topbaranê kanalên avê û pombên li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê ji xizmetê derketin.

Çeteyan DAIŞ‘ê dema ku ev dever dagir kiribû, girêdayî çandiyê qanûnên tund derxistibûn. Çeteyan “Dîwana Çandiniyê” ava kiribû, hemû biryarên çandiyê ji vî alî derdiketin, ji wan biryaran ferzkirina bacan li cotkaran, vê yekê jî azarên cotkaran zêde kirin.

Li aliyekî din jî buhayê tovan û semadê bilind bû, her kîloyek tov ji 210 heya 225 lîreyên Sûriyê dihat firotin, her wiha buhayê 1 kîs semad ji 41 hezar û zêdetir bû û her lîtreyek mazot bi 200 lîreyên Sûriyê dihat fortin. Van  hemûyan hişt çandinî li herêmê bi paş bikeve û gelek zevî bê çandinî hatin hiştin.

Piştî rizgarkirina gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve û damezirandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî meclisê gavên mezin ber bi pêşxistina beşa çandiniyê ve avêtin.

Endama Rêveber ê Gerînendetiya Giştî ya Çandiniyê endezyar Nehla El-Elî wiha dibêje: “Me alîkarî da cotkaran, tov bi cureyê xwe yê hişk û nerm bi buhayê guncaw li wan belav kir, her wiha me semada super fosfat û super potasyom û mazot bi buhayên baş pêşkêşî wan kirin.”

Nehla diyar kir ku amadekariyên dermanxaneyeke çandiniyê ji bo cotkaran tê kirin.

Niha cotkarên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê bi desteka Gerînendetiya Çandiniyê dest bi mewsimê çandina berhemên zivistanê kir. Cotkar ji bilî ceh û genim sîr, pîvaz, tivir, sebanix û reşad cihekî mezin ji zeviyan digirin.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Mirî ji gundê Sewayê ye û wiha dibêje: “Me dest bi çandina berhemên zivistanî kirine. Em niha sîran diçînin, bi destpêka demsala zivistanê re avdan tê kirin, her deh rojan carê av didin, her wiha semad û dermanên din lê direşînin.”

Leave a Reply

Your email address will not be published.