Tuesday, November 24, 2020
HomeCihêrengMasîvanî bûye çavkaniyeke debara welatiyên Reqayê
CihêrengDaxuyanîHevpeyvînmanshetNûçeŞehîdên me

Masîvanî bûye çavkaniyeke debara welatiyên Reqayê

Masîvanên li bajarê Reqayê bi rêbazên kevn di çemê Firatê de masiyan digirin û debara xwe jê werdigirin. Di demên dawşşn de ji ber rêbazên şaş ên girtina masiyan wekî kehrebe û dînamîtan, koka hindek cureyên masiyan qeliyaye.

Ji ber ku çemê Firatê di nav Reqayê re diherike, masîvanî ji serdemên kevn ve pîşeyeke welatiyên Reqayê ye û pêdiviya wê bi sermiyaneke mezin tune ye û di çemê Firatê de cureyên cuda yên masiyan hene. Gelek welatî vê pîşeyê wek jêdera debara xwe dikin û hin welatî jî ji bo aramiya xwe ya derûnî masîvaniyê dikin.

 

Cureyên masiyên ku di çemê Firatê de tên nasîn ev in: Silorî, kerb, borî, şeh, cirrî, kirsîn û romî. Gelek cureyên din jî ji ber nêçîra bi dînamît û kehrebeyê tune bûne.

Nêçîrvan kîloyeke masiyan di bazaran de di navbera 250 heta hezar lîreyên Sûriyê difiroşin.

Girêdayî mijarê nêçîrvan Xalid El-Sefranî ji ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha anî ziman: “Pîşeya masîvaniyê yek ji xebatên welatiyên Reqayê ye û pê debara xwe dikin. Lê niha ji ber dijwarbûna rewşa jiyanî debara ji masiyan tê wergirtin, têrê nake û ew rojane di navbera 10 û 15 kîloyan de digirin.”

Masîvan Ebid El-Hemîd El-Elî destnîşan kir ku di dema qedexeya girtina masiyan de ku ji destpêka meha Adarê heta dawiya Gulanê dom dike ku di vê demê de masî hêkan çêdikin, karekî din ku ew bikin tune ye û ev yek barê wan ê xwedîkirina malbatên xwe girantir dike.

El-Elî da zanîn ku sermaya zivistanê jî bandoreke neyînî li tevgera masiyan dike û di zivistanê de masî kûr tev digerin û ji ber vê yekê nêçîra wan jî gelekî kêm dibe.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker dubare rêjeya ava çemê Firatê kêm dike û di encamê de gelek masî dimirin û ev yek bandoreke neyînî li giştî nêçîrvanên masiyan dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *