Thursday, September 24, 2020
HomeÇalakîBi tabloyên xwe binpêkirinan vedibêje
Çalakî

Bi tabloyên xwe binpêkirinan vedibêje

Çeteyên DAIŞ`ê ku çend salan bajarê Reqayê dagir kiribû, nedihişt hunermend karê xwe di bajêr de bikin û bi taybet jiyana jinan perçiqandibû û nedihişt jin heta mafê xwe yê jiyanê jî pêk bînin. Hunermend û nivîskar Cela El-Hemzawî jî yek wan kesan e ku rastî zilma DAIŞ’ê ya giran hatiye.

Cela El-Hemzawî (38) di beşa çand û hunerê de dixebitî û gelek dîwanên wê hene. Cela beşdarî gelek mîhrîcanên wêjeyî û helbestan bûye, her wiha xebatên siyasî jî dike. Cela El-Hemzawî weîk gelek jinên Reqayê zehmetî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dîtin, ji bo wê Cela neçar ma ku karê xwe yê pîşeyê berde. Bi rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD`ê ve Cela careke din vegeriya pîşeya xwe û di tabloyên xwe de binpêkirinên çeteyan vedibêje.

Cela ne tenê şêwekariya wêneyan kir, her wiha xebata siyasî jî kir û wek endamekî di Buroya Têkiliyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de dixebite.

Cela bi rêya tabloyên xwe zehmetiyên jinên Reqayê di serdema çeteyên DAIŞ`ê de vedibêje. Cela wiha got: “Em wek jinên Reqayê me gelek zehmetî kişandin, çeteyan nehişt em normal bijîn, gelek cureyên şîdetê li ser me dan meşandin û gelek jin revandin û kuştin.”

Cela bi bîr xist ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û vejandina çandê di Meclisa Sivîl a Reqayê de, wan dest bi bikaranîna pîşeya xwe kir û beşdarî werşeya wêneyan ku Buroya Jinan di partiya wan de li dar xistibû.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *