Sunday, August 18, 2019
HomeHevpeyvîn‘Diyalogên navxweyî dê welat ji dagirkirinê xilas bikin’
Hevpeyvîn

‘Diyalogên navxweyî dê welat ji dagirkirinê xilas bikin’

Cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Fatme El-Şerq got ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û bidawîkirina hemû şêwazên dagirkirinê li ser xaka wê, diyalogên navxweyî rêya herî baş in û teqez kir ku her civîneke li derveyî Sûriyê li dar dikeve, dê temenê aloziyê dirêj bike.

Cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Fatme El-Şerq anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku dê Danûstandinên Sûrî-Sûrî rê li ber çareserkirina aloziya Sûriyê veke. Her wiha Fatme destnîşan kir ku lihevkirina Soçî ya di navebra Rûsya û Tirkiyeyê de  girêdayî avakirina herêmeke bêçek li Idlibê têk çûye û wiha pê de çû: “Hatibû plankirin ku ev herêm di bin parastina Tirkiyeyê de be. Lê ya rast, ev herêm tenê bi armanca ku komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê bi taybet Cebhet El-Nusra li herêmên wekî Efrîn an jî Cerablusê yan jî Babê hêzên xwe ji nû ve komî ser hev bikin, hate avakirin.”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Fatme piştrast kir ku hemû civînên li derveyî Sûriyê bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê wekî ku organîzatorên wan îdia dikin, dê tu sûda wan civînan li gelê Sûriyê tune be û Astana 11 mînaka herî dawîn a têkçûna van civînan e.

Fatme El-Şerq diyar kir ku divê Tirkiye têkiliyên xwe bi Sûriyê re biparêze. Lê barovajî wê Tirkiyeyê xaka Sûriyê dagir kir û pêşniyarkirina avakirina herêmên tampon ji aliyê wê ve li gorî plansaziyeke ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê hat.

Fatme wiha domand: “Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya çareseriya aloziya Sûriyê ya herî baş e û ji bo bidawîkirina dagirkirina xaka Sûriyê çareseriya herî guncaw e. Divê gelê Sûriyê bi xwe çaranûsa xwe diyar bike û ew bi vê yekê mafdar in. Mafê tu aliyekî din tune ye ku çaranûsa gelê Sûriyê diyar bike, ji ber ku aliyên derve ji ber timayên xwe li herêmê hewl didin xêr û bereketa vî welatî talan bikin û tirsê di dilê gelê Sûriyê de biçînin.”

Hêzên mîsogerkar çareseriya aloziya Sûriyê naxwazin

Fatme El-Şerq girêdayî têkçûna civînên Soçî û Astanayê axivî û wiha pê de çû: “Hemû civîn têk çûn, ji ber ku gelê Sûriyê tê de ne beşdar bû. Hêzên mîsogerkar (garantor) ên van civînan naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe lê belê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin.”

Fatme destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk, Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi armanca ku gelê Sûriyê di aloziya welatê xwe de xwedî biryar be û da ku nahêlin hêzên derve çaranûsa wan diyar bikin, bi beşdarbûna hemû çîn û pêkhateyên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê li dar xist.

Di dawiya gotinên xwe de cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Fatme El-Şerq ji bo gihaştina çareseriya aloziya welat, banga diyalog û hevgirtinê li hemû gelê Sûriyê kir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *