Thursday, September 24, 2020
HomeÇalakîÊla El-Ewn û QSD’ê civiyan
Çalakî

Êla El-Ewn û QSD’ê civiyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca nirxandina geşedanên dawî  bi taybet gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êla El-Ewn ku mezintirîn êlên Ereb ên herêma Sirînê re civiya.

Li gel gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola êlên Ereb û Kurd derdikeve pêş, ku bi hezaran ciwanên wan tev li nav refên QSD’ê bûne û di yek rêzî de li hember wan gefan disekinin,

Girêdayî wê şêx û rûspiyên êla El-Ewn a bajarê Sirînê yê başûrê Kantona Kobanê û Buroya Têkîliyan a QSD’ê hatin ba hev.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê li dar ket.

Endamê Buroya Têkilîyên Dîplomasî yê Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Îsa di civînê de axivî û lîstoka kirêt û siyastên Tirkiyê yên li herêmên Sûriyeyê ku dagairkirine destnîşa kir û diyar kir ku Tirkiyê bi rêya şêniyên herêmê ku bi pere hatine xapandin binpêkirinan dike. Ferhan bang li gelê Sûriyê kir ku dîroka hikumeta Tirkiyê neviyê Osmaniyan baş binirxînin û sûd ji şaştiyê berê bigirin.

Ji aliyê xwe ve seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Herêma Firatê Azad Oso got, partî avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavedî dûrî tundiyê armanc dike. Her wiha bang li êlên herêmê kir ku girîngiya pêngava heyî nas bikin û gavên cidî ku xizmeta gelê Sûriyê bavêjin.

Her wiha di civînê de endamê Buroya Têkîliyên Giştî ya QSD’ê Ebdulezîz Yûnis got, di dirêjahiya salên borî de şaştî çêbûne û destnîşan kir ku îro rewş cuda ye, herêmên ku di bin parastina QSD’ê de ne rastî gefan tê.

Ji aliyê xwe ve bi navê êlê El-Ewn diyar kir ku ew amade ne bi hemû rêbazan destekê bibin  QSD’ê da ku aştî û aramî pêk were.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *