Li Kobanê ji bo xwendekar û mamosteyan şahiyek hate lidarxistin

0 520

Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Kobanê bi dirûşmeya “Ji xwendinê re erê” şahiyek ji xwendekar û mamosteyan re lidar xistin.

 

Buroya Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê bi dirûşmeya “Ji xwendinê erê” ji xwendekar û mamosteyan re şahiyek lidar xist. Şahî li salona Firat a bajarê Kobanê hate lidarxistin

 

Bi dehan xwendekar û mamosteyên kantona Kobanê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de yek ji rêveberên Buroya Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Nîhad Bozo axivî û destnîşan kir ku xwendekar ên ku bi pênûsên xwe pêşerojê ava dikin û avakirina welat ji ciwan û xwendekaran tê xwestin.

 

Her wiha Endamê Buroya Rêveber a Partiya  Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen rewşa dawî ya herêmê û bi taybet rewşa Sûriyê nirxand.

 

Di şahiyê de Mûdîrê Zanîngeha Kobanê Kemal Besrawî li ser rola ciwanan di pêşerojê de axivî û destnîşan kir ku xwendekar nivşên peşerojê ne, avakirina welat ji wan tê xwestin, deriyên Zanîngeha Kobanê li ber we vekirî ne û hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re xwest.

 

Her wiha koma Şehîd Zerdeşt û koma Şehîd Gîvara yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xedo ya bajarê Kobanê stranên filoklorî pêşkêş kirin.

 

Paşê pêşbirkek ji bo xwendekaran hate lidarxistin û kesên bi ser ketin hatin xelatkirin.

 

Şahî gerandina govendê bi dawî bû

Leave A Reply

Your email address will not be published.