Saturday, November 28, 2020
HomeCihêrengLogoya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erêkirin
CihêrengmanshetNûçe

Logoya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 15 rojan li dar xist. Di civînê de logoya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate  erêkirin.

 

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 15 rojan li avahiya xwe ya li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî li dar xist. Hevserkên Meclisa Rêveber Sîham Qeryo û Ferîd Etê û piraniya endamên meclisê di civînê de hazir bûn.

 

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê beşdaran gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin, hate gotin êrîş ne tiştekî nû li ser herêmê ye, lê armanca êrîşan ew e kiu destkeftiyên herêmê û projeya biratiya gelan derbe bike.

 

Beşdaran teqez kirin ku hêzên Sûriyeya Demokratîk wê erka xwe ya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin qezenckirin biparêze.

 

Di civînê de her wiha bal hat kişandin seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiniye û hate diyarkirin ku ev serferberî giştî ye, siyasî, civakî, aborî, leşkerî û xizmetguzarî ye û hate gotin: “Berxwedana me berxwedan e gel em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

 

Di civînê de şeklê logoya ya  hemû deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêşniyarkirin.

 

Sembol ji 7 stêrkan û simbileke genim û şaxê zeytûnê  û nivîsên bi 4 zimanan “Kurdî, Erebî, Suryanî û Tirkmanî” pêk tê.

 

Beşdaran paşê hin guhertinên biçûk şeklê sembola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *