Sunday, November 29, 2020
HomemanshetMSD: Gefên Tirkiyeyê deriyê aştiyê digirin û dagirkeriyê teqez dikin
manshetNûçe

MSD: Gefên Tirkiyeyê deriyê aştiyê digirin û dagirkeriyê teqez dikin

MSD’ê destnîşan kir ku gefên Erdogan deriyên aştiyê digirin û xizmeta çareseriya siyasî li Sûriyê nakin û dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê pesend dikin û hewldanên wê yên têkbirina aştî û aramiyê li herêmê têk dibin. Her wiha MSD`ê banga yekitiyê li dijî gefan kir û bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku hewldanên dagirkeriyê bisekinînin, ji ber ku xizmeta aştiyê nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku gefên dagirkeran deriyê aştiyê digirin û dagirkeriya Tirkiyeyê û hewldanên wê yên têkbirina aramî û ewlehiya herêmê teqez dikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya AKP`ê daxuyaniyên xeternak li dijî herêmên pêkhateyên Bakurê Sûriyê dide. Herî dawî serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan diyar kir ku dê dest bi operasyonan li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bikin. Daxuyaniyên bi vî awayî dagirkeriya wan diyar dike. Rewşa awarte ya li herêmê zêde dike. Deriyê aştiyê digire. Xizmeta çareseriya siyasî li Sûriyê nake û ev yek tê wateya ku dixwazin aloziya xwe ya hundirîn derbasî dewletên cîranê xwe bikin.

Daxuyaniyên bi vî awayî di dema ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi tunekirinê ve diçin de, pirsan di serê mirovan de çêdikin ku dewleta Tirk a dagirker çi qasî dixwaze rêxistina DAIŞ`ê neyê tunekirin û hewldanên wê yên astengkirina şervanên QSD`ê ku terorîstan û şaneyên wan ên razayî tune dike, diyar dike. Ev yek jî teqez dike ku girêdanên wan bi Tirkiyeyê re hene û ji wê derê fermanan didin wan.

Her wiha di dema ku li Sûriyê aloziya siyasî heye û çavên her kesî li çareseriyê ye, Erdogan gefên êrîşan li dijî herêmên Bakurê Sûriyê xwarin. Em wek MSD her tim ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê me xizmet kir. Em hewl didin hemû hêzên demokrtîk çareseriyekê bibînin. Ji wê derê jî banga me ji bo hemû hêzên opozîsyonê heye ku tev li diyalogên ku ji bo danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li Eyn Îsayê bi armanca ku hemû gelê Sûriyê bîne gel hev û nêrîna wan ji bo çareseriyê û jinûveavakirina dewletê, bibin.

 

Her wiha me parastina cîranên xwe kir û her tim hewldanên me ji bo vê yekê hene. Lê gefên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev dikin, dihêle ku careke din çeteyên DAIŞ`ê ji nû ve vejînin. Da ku li Sûriyê tevliheviyan derxin û bi rêya alîkariya şepêlan Sûriyê parçe bikin. Ji ber wê em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku li dijî hemû armancên dewleta Tirk a dagirker ên qirêj bisekinin da ku êşên din li ser êşa heyî zêde nekin. Em bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li dijî gef û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û welatparêziya xwe li dijî binpêkirinan diyar bikin.

 

Em bang li her kesî dikin ku dilê wî li ser axa welatê wî Sûriyê û serweriya wê diêşe ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Hemû nakokiyên xwe daynin aliyekî, ji ber ku dê rewş xirabtir bibe, heger tu sînor li dijî vê yekê tune bin.

 

Em bang li her kesî dikin ku li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî bin. Her wiha hêzên koalîsyonê ku erka xwe li dijî êrîşên li ser herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, pêk bîne. Em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku hewldanên dagirkeriyê bisekinînin, ji ber ku xizmeta aştiyê nakin. Rewşa awarte li herêmê zêde dike û keda ji bo çareseriyê winda dike.”

 

(bx)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *