Saturday, July 11, 2020
HomeCihêrengQonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe
Cihêrengmanshet

Qonaxa yekemîn a avakirina goristana şehîdan a Til Hemîsê bi dawî dibe

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê diyar kir ku xebatên avakirina goristana şehîdan a navçeyê ku niha 38 cenazeyên şehîdan hembêz dike, ber bi dawiyê ve diçe. Her wiha tê payîn ku dê dest bi qonaxa duyemîn were kirin.

Bi saya fedekariyên şehîdan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehî û aramiyê de ne û hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û beriya wê Cebheta El-Nusra û heta artêşa Tirk hatin şikandin.

Ji bo bîranîna şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan goristanên taybet ji bo wan li piraniya herêm, bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirine. Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ji beriya 6 mehan ve dest bi avakirina goristana şehîdan a navçeyê kiriye û hindik maye ku xebatên avakirinê bi dawî bibin.

Werşeyên kar di 1’ê Gulanê de li ser du qonaxan dest bi xebatên avakirinê kirine. Qonaxa destpêkê avakirina goristanê û sûrên wê ye û ya duyemîn xemilandina goran û çandina daran û avakirina hindek odeyan e.

Niha werşeyên kar xebatên dawîn ên avakirinê hema bêje bi dawî kirine. Werşeyan xebatên avakirina sûra goristanê bi bilindbûna 2 metreyan û bi dirêjahiya 725 metreyan, avakirina holek û destav bi dirêjahiya 25 metreyan û dikek tevî hejmareke odeyan, bi dawî kirine. Her wiha 2 derî, yek li rojhilat û yek li bakur, tevî 2 odeyên nobetdariyê, depoyeke avê, 4 avreşînk û peykerek bi dirêjahiya 9 metreyan hatine avakirin.

Tê payîn ku piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a avakirina goristanê di hefteyekê de, dê berpirsên xebatên avakirinê, dest bi çandina dar û gulên goristanê bikin û cihekî bêhnvedanê ava bikin.

Hejmara şehîdên navçeya Til Hemîsê digihîje 95 şehîdan. Heta niha cenazeyên 38 şehîdan li goristanê hatine veşartin û yên din li goristanên şehîdan ên Tirbespiyê û Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo hatine veşartin.

Berpirsê xebatên avakirinê Mihemed Xidir xuya kir ku şêniyan daxwaza avakirina goristanê kir da ku ewladên xwe li nêzî xwe veşêrin û ji bo bîranîna şehîdên Til Hemîsê yên ku ji bo parastina herêmê canê xwe feda kirine.

(şx)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *