Rêveberiya kampa Eyn Îsa… Keda ji bo derbaskirina kêmasiyan

0 569

Rêveberiya kampa Eyn Îsayê li gel pêşkêşkirina rêxistinên mirovî alîkariyên sînordar, hewl dide pêdiviyên koçberan di demsala zivistanê de peyda bike.

Li kampa Eyn Îsayê ya ku bi 1 km dikeve bakurê bajarokê, derdora 13 hezar koçber ji bajar û herêmên cuda yên Sûriyê û penaberên Iraqê dimînin û dabeşî 2 hezar û 800 konan dibe ku 2 hezar û 400 malbatan dihewîne.

Rêveberiya kampa Eyn Îsayê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan ku bi hatina zivistanê re zêde bûne û bi hevkariya rêxistinên ku li kampê kar dikin û alîkariyên sînordar pêşkêş dikin, xebatan dimeşîne.

Alîkariyên ku rêveberiya kampê ji koçberan re pêşkêş dike

 

Rêveberiya kampê rojane 5 hezar torbeyên nan li koçberan belav dike û para her koçberekî 4 heb nan in.

Li gorî gotinên hevserokê rêkveberiya ampê Celal El-Eyaf ku bi ajansa Hawarê re parve kiriye, rêveberiyê 600 konên koçberan ên ku ji ber rewşa hawayê di van demên dawî de zirar dîtine guhertiye û yên nû dane wan. Her wiha Rêveberiya Kampê li benda başiya rewşa hewayê ye heta ku hezar û 400 konên din biguhere.

Bi rêya hilmijek avê bi hêza 2 hezar û 400 bermîl av, rojane her koçberek 40 lître av werdigire. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Kampê bi koordîneya yek ji rêxistinên mirovî ku li kampê kar dike pakêtên xwarinê yên mehane ku pêdiviyên koçberan ên rojane peyda dike, belav dike û ji zêt, şekir, nîsk û maqirne pêk tê.

Tevî wan xebatan rêveberiyê dibistanek di destpêka sala borî de ji bo 500 xwendekaran vekir û 12 mamoste ji koçberan bi vê mebestê erkdar kir. li aliyekî din rêveberiya kampê bi Rêxistina UNICEF’ê re koordîne dike ya ku 3 hezar û 500 xwendekar pêşwazî dike.

Di warê tenduristiyê de rêveberiya kampê ambulansek ku 24 saetan dixebite ji bo veguhestina rewşên awarte ji nexweşxaneyên nêz re li Girê Spî, Kobanê û Reqayê diyar kiriye û her wiha dermanxaneya kampê bê pere dermanên weke antîbiyûtîk, dermanên zarokan, sîrom û dermanê nexweşiya rebû pêşkêş dike.

Peydakirina derfetên kar

Têkildarî mijarê El-Eyaf destnîşan kir ku di gavekê de ji bo sivikkirina barê koçberan ew rojane 2 hezar derfetên kar ji koçberan re peyda dikin. Jê 280 derfetên kar di nav rêxistinên ku di nav kampê de kar dikin ên mehane ku bi awayekî asayî li koçberan tên belavkirin da ku hemû koçber derfeta kar bi dest bixin.

 

Girêdayî mijarê koçbera bi navê Nîmet Hesûn diyar kir ku ew niha weke hemşîre li gel Heyva Sor a Kurd dixebite û destnîşan kir ku wê bi rêya Buroya Xebitandina ya girêdayî rêveberiya kampê kar bi dest xistiye.

 

Astengî

 

Bi kêmbûna pileyên germahiyê re û barîna baranê di zivistanê de koçberên kampê ji ber sermaya zêde li gel tunebûna alavên germkirinê azarên dikişînin.

 

Ji bilî rêxistina Heyva Sor a Kurd û Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan, 20 rêxistinên ku li kampê kar dikin û ruxset ji Komîteya Rêxistina Mirovî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê girtine pêdiviyên koçberan ên rojane weke xwarin, derman û pêdiviyên zivistanê peyda nakin.

 

Girêdayî vê mijarê her du koçberên bi navên Leyla Mehmûd û Mihemed Yasîn destnîşan kir ku ji ber tunebûna amûrên germkirinê, ew ber babora gazê xwe germ dikin.

 

Azarên koçberan bi kişandina rêxistinekê ku xwarinên germ ji koçberan re pêşkêş dikir piştgiriya xwe ji xwaringeha kampê ku 5 hezar û 500 km xwarin amade dikir, zêde bûne.

 

Rêxistinên girêdayî warê tenduristiyê tenê şêwirmendiya tenduristî ji koçberan re pêşkêş dike û nexweşan vediguhêzîne dermanxaneyên taybet derveyî kampê da ku dermanan bikirin, bi vê yekê rewşa madî ya koçberan paşguh dikin.

 

Li gorî endama rêveber a Heyva Sor a Kurd Leyla Elî , tenê heyvê xebatên tenduristiyê ji koçberan re pêşkêş dike û rojane 150 haletên nexweşiyê wekî zikçûn, nexweşiyên derûnî, jin û çermê pêşwazî dike.

 

Ji aliyê xwe ve hevserokê Rêveberiya Kampê Celal El-Eyaf destnîşan kir ku rêxistinên ku li kampê kar dikin bangên wan ji bo peydakirina pêdiviyên zivistanê û avakirina cihawazên ji çîmento da ku av derbasî kampê nebe û belavkirina cilên zivistanê û alavên germkirinê li koçberan paşguh kirine.

Belavbûna çopê di nav kampê de

Ji ber xemsariya rêxistina ku berpirsa paqijiyê ye, çop di nav kampê de kom bûye û ji ber wê koçber ditirsin ku nexweşî li kampê belav bibin.

Ji aliyê xwe ve rêveberiya kampê tekez kir ku ew ê pirsgirêkê bi rêya nûkirina peymana bi rêxistina têkildar re çareser bike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.