Thursday, January 21, 2021
HomeÇalakîZarokê Kampa El-Cerbû di navbera niha û pêşerojek ne diyar de
Çalakî

Zarokê Kampa El-Cerbû di navbera niha û pêşerojek ne diyar de

Li her kampeke Bakurê Sûriyê çîrokên zarokên bê perwerde mayî hene. Lê derdê wan tenê ew bû ku ji rewşên şer xilas bibin û xwe bigihînin cihên ewle. Yek ji mînakên van kampan jî Kampa El-Cerbû ye.

Kampa El-Cerbû ya bêserûber li bakurê gundewarên Reqayê ye û 270 malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyê ji Dêrazor, Heleb, Himsê û Hemayê pêk tê. Koçberan piştî bilindbûna asta şer di navbera aliyên nakok de ji warên xwe koçber bûne û li kampê bi cih bûne. Rewşa 570 zarokên kampê êdî veguheriye trajediyekê.

 

Zarokên kampê bang li rêxistinên mirovî dikin ku ji bo wan konekî yan jî odeyekî çêkirî peyda bikin û mamosteyan eyar bikin da ku xwendina ku ev bû çend sal jê bê par mane, bidomînin.

 

Dema mirov derbasî kampê dibe, xuyanga zarokan ku her yek bi tiştekî mijûl bûye, bala mirov dikişîne. Hindek ji wan bi hev re dilîzin an jî çalan dikolin. Zarok bi vê yekê demên xwe yên vala tijî dikin.

 

Girêdayî mijarê zarokê bi navê Ehmed El-Salih ku tevî malbata xwe ji rojhilatê gundewarên Dêrazorê koçber bûye, wiha got: “Niha ez deh salî me û ez nizanim çawa pênûsê bigirim û navê xwe binivîsim. Ez dixwazim fêrî xwendin û nivîsandinê bibim li şûna ku em demên xwe bi lîstokan derbas bikin.”

 

Ji aliyê xwe ve zarokê bi navê Elî El-Abdullah ku ji beyara Himsê ye, wiha got: “Ez ji wan zarokên ku li malên xwe dimînin û ji saetên sibehê ve diçin dibistanê û piştî nîvro vedigerin û ji ber tiştên ku fêr bûne, rûyên wan biken e, dihesidim. Lê kesek banga me nabihîze.”

 

Her wiha zarokê bi navê Xelef El-Xalid ku ji rojhilatê gundewarên Hemayê koçber bûye, wiha got: “Dibistan gelekî xweş e. Xwazî em vegerin daniştokên wê û em li qada wê bilîzin.”

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêmên di bin parastina QSD’ê de ji herêmên herî ewle ne, berovajî herêmên dagirkirî bin, serweriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ne ewle û ne aram,  Ji ber wê şênî berê xwe didinê.

 

(şx)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *