Tebqa - Ofîsa malbatên şehîdan a girêdayî Hêzên Sûriyaya Demokratîk serdana hejmarek ji malbatên şehîdên xwe kir. Ofîsê serdana Mehmûdlî û Cirniyê yên li gundewarên Tebqayê ne kir, û ev yek di çarçoveya çalakî û alîkariyên QSD'ê ji bo malbatên şehîdan e. Di derbarê serdanê de Emîra El-Xelef endama ofîsa
Read MoreMonth: January 2019
Tebqa - Hêzên Ewlekariya Hindirîn bi hevkariya ofîsa têkiliyên leşkerî û meclisa lihevanîna êlan, 74 kesên ku li Bajaroka Mensûrayê di bûyerên tevliheviyê de hatibûn girtin, serbest berdan. Di civata lihevanînê de endamê ofîsa têkiliyên leşkerî Omîd Gabar axivî û tekezî li ser girîngiya yekbûn û hevgirtina gelan kir. Endamê
Read MoreEyn Îsa - Rêxistina Firat bi hevkariya meclisa sivîl a Reqayê kartên pere li koçberên Eyn Îsa belav kirin. Nirxa her kartekê 7,000 Leyreyên Sûrî ye û li her kesî tê belavkirin. Ta niha li 400 malbatî hatiye belavkirin û dê ta 6 mehan berdewam be. Li kampa Eyn Îsa
Read MoreJi dema ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 15'ê Tebaxa 2016'an de bajar ji terora DAIŞ'ê rizgar kir, gelê Minbicê şerê avakirina civakek pêşketî û bajarekî nûjen dike. Gava yekê avakirina meclisên zagonsaz, cibichkirinê û meclisa dadê bû. Meclisa cibichkirinê di 12'ê Adara 2017'an de dest bi kar kir û
Read MoreHêzên Sûriyaya Demokratîk li akademiya Şehîd Hebûn Enteriyê dewreya yekem ji bo jinên fermandar bi navê dewreya Ş.Zîlan Heleb ji 25 şervanan re vekir. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştî wê şervanên jin tûreneke leşkerî pêşkêş kirin. Piştre Fermandara QSD'ê Rojda Minbic axivî û dewre li
Read MoreTebqa - Şaredariya Gel li Tebqayê dest bi sererastkirina tûra kanalzisyona Taxa Cahid û kolana El-Misher kir. Destpêkê şaredariyê dest bi rakirina qirêja li dora xetên wê kir û piştre boriyên avê siwar kir ji bo ku herikandina avê hêsan be. Dê bi dirêjiya 300 metrî kanalzisyon were sererastkirin. Hêjayî
Read MoreTebqa - Çêkirina nanê tenûrê ji pîşeyên herî kevnar di herêma me de bû ji ber ku pêwîstiyek bû her wiha ji ber ku madeyên wê berdest bûn. Di roja me ya îro de ev pîşe ji ber hebûna firnên otomatîk kêm bûye, lê dîsa jî hezkirineke gelêrî ji vî
Read MoreReqqa - Komîteya Elektirîkê ya girêdayî meclisa sivîl a Reqqayê dest bi nûkirina stasyona elektirîkê li bakurê Reqqayê kir. Gerînendeyê Elektirîkê li Reqqayê Silêman El-Elî got ku dê ev stasyon gundewarên bakur û rojhilatê Reqqayê ronî bike, her wiha dê cîhazên din werin siwarkirina da ku taxên Mişleb, Sîna-a û
Read MoreReqqa - Ofîsa malbatên şehîdan sersaxî ji malbatên sê şervanên xwe re xwest. Merasîm bi beşdarbûna saziyên bajêr bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû. Rêvebira ofîsa malbatên şehîdan Hîba Faris axivî û got ku xwîna van şehîdan li ser bingehê biratiya gelan ew gihandine hev û ne pêkan
Read MoreHesekê - Şêniyên Hesekê û gundewarên wê cinazeyê 4 şehîdên ku li gundewarên Dêra Zorê şehîd bibûn, oxir kirin. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre fermandarê QSD'ê Ebdullezîz Ferman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ferman tekez kir ku QSD'ê ji bo bidawîkirina terorê
Read More