Azmûnên Nîvsala Xwendinê ya Yekem li Bajarê Reqayê Destê Pê Dikin

0 629

 

Reqa – Îroj sibehê nêzî 120 hezar xwendekaran berê xwe da holên azmûnên nîvsala yekem a sala xwendinê ya 2018-2019an li bajarê Reqayê û gundewarê wê; ji qonaxa pola yekem a seretayî heta pola dehan a lîseyê piştî ku 4 meh li dibsitanên xwe qedandin.

Berdevkê Dibistana “Cewad Enzor”, Rîyad El-Meriî, teqez kir ku li gel ku xwendekar gelek salan ji xwendina xwe dûr ketine, atmosfera azmûnan bi rengekî erênî bi rê ve diçe û ji ber kêmbûna dibistanên birêkûpêk ên bajêr, sîstema du dewaman hatiye meşandin.

Rîyad El-Meriî dîyar kir ku wan azmûn bi rengekî baş buhirandin û ev yek jî dersdayîna mamostayan bi rengekî erênî nîşan dide.

Der barê zehmetîyan de jî, El-Meriî eşkere kir ku zehmetîyên di dema azmûnan de rastî wan hatine pir û giran in, wekî tunebûna nivîsemenîyên mîna pelên azmûnan û çapkirina wan, her wiha pelên bersivan ên ku xwendekar bihayê wan didin li gel ku hînkirin bêpere û neçarî ye.

Hêjayî gotinê ye ku piştî heft salên giran ên ku di ser gelê Reqayê re derbas bûn, ev azmûnên pêşîn ên xwendekarên Reqayê ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.