Sunday, November 29, 2020
HomeÇalakîGermkerên Gazê Li Penaberên Kampa “El-Tohîna”yê Hatin Belavkirin
ÇalakîCihêreng

Germkerên Gazê Li Penaberên Kampa “El-Tohîna”yê Hatin Belavkirin

 

Tebqa – Bi hevkarî û hevrêzîya li gel birêveberîya Kampa “El-Tohîna”yê û Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan li bajarê Tebqayê, Rêxistina “Concern”ê germkerên gazê li penaberên kampê belav kirin.

Rêxistinê 2085 germker li 2085  malbatan belav kirin lê germker hîn negihane 121 malbatan ji ber ku ew malbatên yekkesî ne û li gel xizm û merivên xwe li heman konan dijîn.

Der barê mijarê de, endamê birêveberîya kampê, Mihemed El-Hemûd, behsa derdkêşîya penaberên kampê kir û got: “Baraneke zêde di nava vê demsala sar de barîyaye û bandor li konên sistikî yên kampê kiriye, ji ber vê sedemê, me ev destpêşxerî raber kir da ku êşa ku şênîyên kampê ji ber sermayê dikişînin kêm bikin, nemaze zarokên ku sermaya vê zivistanê gelek nexweşîyan di laşên wan de peyda dike”.

Mihemed El-Hemûd dîyar kir ku ew ê vê zivistanê, bi hevkarîya Rêxistina “Belmont”ê, 220 lîtrên gazê bidin her malbateke kampê.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara malbatên kampê di vê dema dawî de gihaye 2206 malbatan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *