Saturday, July 11, 2020
HomemanshetReaq: Sazîya Malbatên Şehîdan Daxuyanîyek der barê Gefên Tirkîyeyê de Weşand
manshetNûçe

Reaq: Sazîya Malbatên Şehîdan Daxuyanîyek der barê Gefên Tirkîyeyê de Weşand

 

Reqa – Sazîya Malbatên Şehîdan a Reqayê daxuyanîyek weşand û tê de gefên Tirkîyeyê yên li ser Bakurê Sûrîyeyê şermezar kirin.

SMŞyê di naveroka daxuyanîya xwe de got:

“Ev daxuyanîyên dijminane yên ji hêla Siltanê Osmanî ve dertên li me xerîb nehatin, ji ber ku em êdî helwestên wî yên ku bi rengekî rasterast û pêkenok destekê didin hemû terorîstan dibînin, nemaze terorîstên DAIŞê yên ku li ber nemanê ne.

Ev daxuyanî, rengê herdemî yê rêbaza Hikûmeta Tirkîyeyê nîşan dide ku hewl dide fişara leşkerî ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk li ser Rêxistina DAIŞê ya terorîst sivik bike û biserketina mezin a ku nêz dibe dereng bixe.

Em malbatên wan şehîdan in ku xwîna xwe ya zelal di ber rizgarkirina xaka me de dane; ew xaka ku li dirêjahîya çend salan ji ber bêdengî û komplogerîya Rejîma Tirk li jêr serdestîya terorîstên DAIŞê ma, em bi gotinên herî giran vê reftara dijminane ya Tirkîyeyê şermezar dikin û dibêjin ku ev reftar bi her rengî dûrî berpirsyarîtîya li hemberî ewlehî û aştîya Sûrîyeyê ye ku Sûrîye bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê bi taybetî hewcedarên vê ewlehî û aştîyê ne.

Ev yek jî piştî ku herêma me û welatê me derdê hemû rengên koçberkirin, lînçkirin, êşkencekirin û kuştina sîstematîk kişand.

Ji ber vê yekê, em gazî hemû hêz û tevgerên şoreşger ên cîhanê û hemû dûgelên aştîhez, di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikin da ku erka xwe ya sincî li hemberî herêma me ya ku berdêleke giran di ber hemû cîhanê de da bi cih bînin.

Bijî Sûrîyeya azad û birûmet… her bijîn şehîdên me yên birûmet û şerm û rûreşî ji boyî dijminên azadî û aştîyê.”

03.01.2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *