Şervanên me êrîşek bir ser xalên rêxistina terorîst li bajarokê Hecînê û derûdora wê, di encamê de pevçûnên giran qewimîn û çend terorîstên DAIŞê hatin kuştin û birînkirin û şervanên me qonaxa 1 km bi pêş ve çûn û 15 xalên nû kontrol kirin.
Şervanên me her wisa êrîşeke din bir ser terorîstan li hêleke din a vê bereya şer û di encamê de şerên giran rû da û çend terorîst hatin kuştin û birînkirin û terorîstên mayî revîyan. Li vê hêlê jî, şervanên me qonaxa 1 km bi pêş ve çûn û 27 xalên nû kontrol kirin.
Li bereyeke din, terorîstên DAIŞê êrîşek bir ser xalên hêzên me, şervanên me jî bersiva wan da û di encamê de êrîşên giran qewimîn û çend terorîst hatin kuştin lê hejmara wan bi zelalî nehat piştrastkirin. Şervanên me li vê bereyê jî bi pêş ve çûn û 8 xalên nû kontrol kirin.
Wekî din, pevçûnên giran li hêleke din a vê bereyê rû da. Terorîstên DAIŞê hewl da êrîşekê bibin ser xalên şervanên me lê belê şervanan bersiva wan da û çend terorîstan kuştin û yên mayî berê xwe da revê. Şervanên me li vir jî qonaxa 1 km bi pêş ve çûn û 24 xalên nû kontrol kirin. Balafirên Hevpeymanîya Navneteweyî jî êrîşên esmanî birin ser xal û çeperên rêxistina terorîst.
Di dema paqijkirin û kontrolkirinê de, şervanên me depoyeke çek û cebilxaneyan dît. Tîmên rakirina mayînan ên hêzên me jî devera rizgarkirî ji mayînên DAIŞê paqij kir.
Her wisa pevçûnên giran li hêleke din a vê bereyê di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞê de rû da û di encamê de çend terorîst hatin kuştin ku termên hin kuştîyên wan di destên şervanên me de ne.
Serê sibehê, pevçûnên giran di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞê de li alîyekî din ê vê bereyê qewimîn, di encamê de çend terorîstên DAIŞê hatin kuştin. Terorîstan bi çekên sivik û giran û topên hawanê êrîşî xalên şervanên me kir lê rastî bersiveke tund hatin û di encamê de çend terorîst hatin kuştin û şervanên me dest danîn ser tibabek çek û cebilxaneyan.
Pevçûn gihan alîyekî din jî û şervanên me karîbû çend terorîstan bikujin û dest deynin ser term û çekên wan.
Heta deqeya amadekirina vê serencamê, pevçûn her çendekê li hemû alî û bereyên şer diqewimîn.
Her wiha çend şervanên me di encama wan pevçûnan de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyan ji boyî bêne dermankirin.
Encamên dawî yên pevçûnan:
– Hejmara terorîstên kuştî: 11 terorîst.
– Zîyanên terorîstan: Rûxandina 13 çeper û xalan, rûxandina 5 depoyên teqemenîyê, birrîna 7 rêyên leşkerî, rûxandina depoyeke erebeyên bombekirî, rûxandina erebeyeke çeka doçkayê.
– Hejmara êrîşên balafirên Hevpeymanîya Navneteweyî: 30 êrîşên esmanî.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk
02.01.2019