Ciwanên Tebqayê berê xwe didin navenda erka xweparastinê

0 55

Tebqa – bi sala nû re bi sedan ciwanên Tebqa û gundewarên wê berê xwe didin navenda erka xweparastinê.

Li ser mijarê hevserokê komîteya erka xweparastinê li Tebqayê Xemîs Hesen El-Selamê got:

“Berî hefteyekê me agahî dabû ciwanên ku temenê wan yê leşkeriyê ye, li ser banga me bi sedan ciwan hatin ji bo bi erkê xwe rabin”.

Ciwanê bi navê Sûheyb El-Xelef yê ku dema wî ya leşkeriyê hatiye got:

“Min îro belgên xwe radestî navenda erka xweparastinê kir û ez ê bi erkê xwe rabim, ez bang li hemû ciwanan dikim ku werin erka parastina welatê xwe bi cih bînin”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Leave A Reply

Your email address will not be published.