Wednesday, December 1, 2021
HomeDaxuyanîRêveberiya xweser girtiyên DAIŞ”ê yên Kazexistanî radestî hikûmeta wan kirin.
DaxuyanîmanshetNûçe

Rêveberiya xweser girtiyên DAIŞ”ê yên Kazexistanî radestî hikûmeta wan kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûriyê bi navbeynkariyeke Emrîkî û bi beşdarbûna fermandarên ji QSD”ê, 5 terorîst û 11 jin her wiha 30 zarokên ji girtiyên DAIŞ”ê yên ku Kazaxistanî ne radestî hikûmeta wan kirin.

Beriya çend mehan di hevdîtineke di navbera QSD”ê û hêzên antî teror ên Kazaxistanê her wiha rêveberiya xweseriya demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûriyê de aliyan li hev kiribûn ku welatiyên Kazaxistanê yên ku tevlî çeteyên DAIŞ”ê bûne radestî hikûmeta wan werin kirin, her wiha hevkariya tekoşîna li dijî terorê hatibû nîqaşkirin.

Radestkirina çeteyan ji ber hin sedemên teknîkî dereng mabû herî dawî di 5″ê Çileya 2019″an de bi navbeynkariya Emerîkayê çete radestî hikûmeta Kazaxistanê hatin kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *