Tîmên Rakirina Mayînan li reqayê

0 58

Reqa – Tîmên rakirina mayînan li Reqayê ji bo ku ewlehiya sivîlan biparêze bi kar û barên mezin radibe.

Ev tîm bi  vekirina mayînan, erebeyên mayînkirî û bombeyên teqemeniyê yên ku çeteyên DAIŞ”ê li her deverê çandibûn re mijûl dibe.

Pirsgirêka mayînan yek ji pirsgirêkên herî mezin e ên bajarê Reqayê ziyana wê dikişîne, tîmên pispor wan teqmeniyan vedike û dûrî bajêr diteqîne.

Endamê tîma pispor Edbulhemîd El-Hisên dibêje:

“Em bi hevkariya meclisa sivîl a Reqayê her wiha welatiyên bajêr hemû mayîn û teqemeniyan vedikin, her wiha hemî giliyên li ser vê mijarê ji me re tên û em pê re mijûl dibin.

El-Hisên got ji dema rizgarkirina Reqayê de em bi vî karî radibin, em silametî û ewlehiyê ji gelê Reqayê re dixwazin û hêvîdar in ku gelê me giliyê her madeyeke bi şubhet bike”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Leave A Reply

Your email address will not be published.