Bîlançoya şerê têkbirina terorê

0 51

Di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ”ê de şer û pevçûn li bajaroka Hicîn qewimîn, balafirên koalisyona navdewletî gelek derbe bi moşekên (HAYMIRS ) li cih û baregehên çeteyan dan bê ku wendahiyên çeteyan werin zelalkirin.

Her wiha şervanên me gavekê pêş de çûn û gelek deverên çeteyan girtin.

Li eniyeke din çeteyan êrîşek li ser şervanên me pêk anîn û tê de hemû cûreyan çekan bikar anîn lê şervanên me êrîş têk birin û gelek çete kuştin û birîndarkirin.

Di êrîşeke şervanên me de hêzên me bi qasî 1 KM2 pêş ve çûn û 27 nuqteyên çeteyan rizgar kirin û bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn, çeteyan êrîşeke dijber pêk anîn lê şervanên me bersiva wan dan û çete reviyan.

Li aliyê din tîmên pispor ên rakirina mayînan dest bi karê paqijkirina herêmê ji mayînên çeteyan kirin.

Encama dawî ya pevçûnan:

– Hejmara kuştiyan 47

Çek û alavên hatine desteserkirin:

– Guleyên BKC 950 gurz.

– Guleyên doşka model 12,5 hejmar 523 gurzên biçûk.

– Guleyên doşka model 12,5 hejmar 100 gurzên mezin.

– Guleyên doşka model 14,5 hejmar 270 gurz.

– Guleyên A4 hejmar 23 gurz.

– Topên SPG hejmar 435 top.

– Topên RBG hejmar 230 top.

Wendahiyên terorîstan:

– 63 nuqteyên terorîstan hatin rûxandin.

– 4 topavêjin hawan hatin teqandin.

– 1 erebe hat teqandin.

– çekek doşka hat rûxandin.

– gelek motorskilêt hatin rûxandin.

– nuqteyeke sekvantiyê hat rûxandin.

– gelek riyên leşkerî yîn çeteyan hatin birîn.

Hejmara derbeyên balafirên koalisyona navdewletî: 75 derbeyên ezmanî.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Leave A Reply

Your email address will not be published.