Daxuyaniya heftane ya berdevkê fermî yê QSD

0 58

Hêzên Sûriyaya Demokratîk di herdu hefteyên borî di şerê têkbirina terora DAIŞ”ê de gelek serkeftin li Bagera Cizîrê bidest xistin.

Hêzên me dikaribûn di gelek aliyên Hicîn û El-Şeifê de pêş bikevin her wiha gelek deboyên çek û cebilxane girtin û fabrîqeyeke çêkirina erebeyên mayênkirî kete destê hêzên me.

Çalakiyên me bi hevrêziya bi koalisyona navdewletî re di riya desteka leşkerî, locistî û istixbaratî pêk tên, di vê heftê de 380 baregeh û nuqteyên çeteyan hatin hedefgirtin û 236 çete hatin kuştin.

Her wiha di nava çalakiyan de şervanên me gelek çete bi saxî girtin di nava wan de du girupên biyanî hebûn.

Li hember wê desteka me a ji bo sivîlên asê mane jî berdewam e, me dikaribû korîdoreke ewle ji nêzî 2500 birayên me yên sivîl re vekin û alîkariyên lezgîn ji wan re pêşkêş bikin.

Hêzê Sûriyaya Demokratîk di şerê terorê de bi israr e û tekez dike ku şer hîn berdewam e û hîna hêza çeteyên DAIŞ”ê ya êrîşê heye ji ber wê divê xebatên leşkerî û sivîl werin xortkirin ji bo serkeftina fînalê ya li dijî terorê were bidestxistin, û em tekez dikin ku gefên cûr bi cûr ên li ser herêmê tekoşîna li dijî terorê sînordar dike.

Em şifaya xêrê ji hemû birîndarên xwe re dixwazin her wiha bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin di heman demê azadî û demokrasiyê ji civaka Sûriyê re hêvî dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Leave A Reply

Your email address will not be published.