Saturday, October 31, 2020
HomeÇalakîMeclisa Leşkerî ya Suryanî soza ewlehî û aştiya li Sûriyê da.
ÇalakîmanshetNûçe

Meclisa Leşkerî ya Suryanî soza ewlehî û aştiya li Sûriyê da.

Qamişlo – Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya salvegera şeşemîn a meclisê  şehiyek li Dêra El-Seyde Meryem El-Ezra ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre, bi navê Meclisa Leşkerî Fermandar Horo Hanî, bi navê Partiya Yekitiya Suryanan Ebdillehed Gewriyê û bi navê Meclîsa Leşkerî ya jin a Suryanî Horo Semîr axivîn.

Kesên axivîn soza şopandina  xeta şehîdan heya pêkanîna serkeftinê û misogerkirina jiyana hevbeş a tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Her wiha gelek nameyên pîrozbûnê yên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  hatin xwendin. Di nameyan de têkoşîna Meclisa Leşkerî ya Suryanî di nav QSD`ê de li dijî DAIŞ`ê hat silavkirin.

Di dawiyê de şahî dîlanên filokorî ya Suryaniyan hatin gerandin û sînevizyonek derbarê têkoşîna Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan hat pêşandan.

Çavkanî: Ajans Nûçeyan a Hawarê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *