Wednesday, January 19, 2022
HomeDaxuyanîEncama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê
DaxuyanîmanshetNûçe

Encama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê

Şervanên me li bajaroka El-Şeifê êrîş birin ser gelek nuqteyên çeteyan û pevçûn rû dan, di pevçûnan de şervanên me gelek çete kuştin gelek ji wa jî reviyan her wiha 20 deverên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û hêzên me 1,5 KM pêş de çû.

Di heman demê de balafirên koalisyona navdewletî gelek nuqteyên çeteyan bombebaran kirin û topavêja leşkerên koalisyonê cihên DAIŞ’ê topbaran dikir.

Li baskekî din şervanên me bi çeteyan re ketin pevçûnan, 1 KM pêş de çûn û 18 nuqteyên çeteyan paqij kirin.

Li aliyekî din şervanên me dikaribûn bi sedan ji welatiyên sivîl rizgar bikin û wan bighînin herêmên bi ewle.

Tîmên rakirina mayînan jî dest bi paqjiya wan deveran ji bermahiyên çeteyan kirin.

Di van pevçûnan de çend şervanên me birîndar bûn li nexweşxaneyên meydanî hatin dermankirin.

Encama dawî:

– Hejmara kuştiyên terorîstan 35

– Wendahiyên terorîstan: birrîna 11 riyên ku çeteyan bikar danîn her wiha rûxandina 2 erebeyên mayînkirî, rûxandina 18 nuqteyên leşkerî û 1 doşka û 3 pirên leşkerî.

– Derbeyên balafiran: 36

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *