Saturday, August 15, 2020
HomemanshetŞervanek ji welatê min
manshetNûçe

Şervanek ji welatê min

Şervanê bi navê Ismaîl Xelîl ji zarokên Reqayê ye, di bajêr de li makele xizan mezin bûye.

Di sala 2016’an de tevlî Hêzên Sûriyaya Demokratîk bûye û li akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla perwerde dîtiye.

Xelîl di Pêngava Xezeba Firatê û her wiha Pêngava Bagera Cizîrê de beşdar bûye.

Li ser tevlêbûna xwe Xelîl got:

“Ez çar mehan tenê ji ber ku min bi çeteyekî re şer kir ketim girtîgeha DAIŞ’ê û piştre bi bohaneyên vala û pûç biryara bidarvekirinê li ser min girtin, piştî wê min biryar da ku tevlî hêzên QSD’ê bibim ji ber her kesî bi başiyê qala wan dikir û piştre bi alîkariya DAIŞ’ekî ez reviyam û min berê xwe da herêmên rizgarkirî yên di bin sîwana QSD’ê de”.

Xelîl di dawiyê de soz da ku piştî bidawîbûna şer dê çekê berde û hemû deverên rizgarkirî ava bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *