Şervanên me êrîş birin ser gelek nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê û di encama pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin bi dehan jî çete reviyan, şervanên me 1 KM pêş de çûn û 9 nuqteyên çeteyan paqij kirin.
Balafirên koalisyona navdewletî jî gelek derbe li çeteyan dan û ziyaneke mezin bi wan kirin.
Li baskekî din şervanên me pêş de çûn û piştî pevçûnên bi çeteyan re 12 nuqte paqij kirin.
Di heman demê de tîmên rakirina mayînan dest bi paqijkirina deverên rizgarkirî ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê kirin.