Saturday, July 4, 2020
HomemanshetHêzên Taybet Deweray xwe ya yekem bi dawî kir
manshetNûçe

Hêzên Taybet Deweray xwe ya yekem bi dawî kir

Navenda Nûçeyan: Akademiya hêzên taybet a girêdayî Hêzên Sûriyaya Demokratîk roja çarşemê 16 – 01 – 2019 dewreya yekem a ji bo 120 şervanên QSD’ê bi navê Şehîd Şiyar û Şehîd Zagros bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû û piştre sonda leşkerî hat xwendin.

Fermandarê QSD’ê Kanî Ehmed di merasîmê de axivî û behsa girîngiya qonaxa ku herêm tê re derbas dibe û rola şervanên QSD’ê kir, Ehmed got divê ku bi awayekî baldar em nêzî erkên xwe bibin û piştre dewre li şervanan pîroz kir.

Piştî axafitinan merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanan ve hat lidarxistin tê de komondos, berdana guleyan û gelek çalakî hatin pêşandan.

Di perwerdeyê de şervanan waneyên bîrdozî, leşkerî, komonds, perwerdeya can, nîşandan û rêbazên birêvebirina erkên taybet standin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *