Tuesday, January 26, 2021
HomeDaxuyanîEncama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê
DaxuyanîmanshetNûçeUncategorized

Encama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê

Şervanên me êrîşî gelek nuqteyên çeteyan kirin û di encama pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Di heman demê de balafirên Koalisyona navdewletî gelek bombe li ser çeteyan de barandin.

Tîmên rakirina mayînan hemwext dest bi paqijkirina herêmê ji mayînên rêxistina terorîst kirin.

Her wiha hêzên me 300 sivîlên ku çeteyan wek mertalên zindî bikar danîn xilas kirin û ew veguhastin cihên bi ewle û alîkariyên lezgîn ji wan re pêşkêş kirin.

Encama dawî ya pevçûnan:

– Hejmara kuştiyan: 47

– Derbeyên balafiran: 56

– Wendahiyên terorîstan: 37 nuqteyên terorîstan rûxiyan, 2 erebeyên mayînkirî hatin teqandin, 6 riyên leşkerî hatin birîn, 3 fabrîqeyên çêkirina erebeyên teqemeniyê hatin rûxandin her wiha gelek topavêj hatin teqandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

17 Çileya 2019

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *