Saturday, December 5, 2020
HomeDaxuyanîEncama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê
DaxuyanîmanshetNûçe

Encama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê

Li bajaroka Sûsê û hawirdora wê di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de heta çend saetan şer û pevçûnên giran qewimîn, di encamê de hêzên me du erebeyên terorîstan teqandin û hejmarek çete kuştin her wiha gelek çek û alavên çeteyan ketin destên şervanan.

Li baskekî din şervanên me êrîş birin ser nuqteyên çeteyan, hemwextî wê balafirên koalisyona navdewletî deverên çeteyan bombe kirin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û hin nuqteyên çeteyan ketin destên me.

Şervanên me 1 KM pêş de çûn û 37 nuqte paqij kirin her wiha balefireke keşfê û gelek çek bi dest xistin.

Di heman demê de tîmên rakirina mayînan dest bi paqijkirina herêmê ji mayînên terorîstan kirin.

Heta amadekirina vê encamê şer û pevçûn bi dijwarî didomiyan.

Encama dawî:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 61

– Çek û alavên ketine destên me: 10 guleyên RBG 1000 guleyên BKC 300 guleyên Brono, balafireke keşfê û hinek alavên tenduristî.

– Wendahiyên çeteyan: 54 nuqte hatin rûxandin, 2 ereb hatin teqandin, 2 kargehên mayînkirina erebeyan rûxiyan, 9 riyên leşkerî hatin birîn û tûneleke çeteyan hat xirakirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *