Wednesday, June 29, 2022
Homemanshet“Qesra Keçikan” li Reqqayê tê nûkirin
manshetNûçe

“Qesra Keçikan” li Reqqayê tê nûkirin

Reqqa – Komîteya çandê û entîkan li Reqqayê bi alîkariya şaredariya gel dest bi û nûkirina “Qesra Keçikan” a dîrokî kir.

“Qesra Keçikan” cihekî dîrokî û navdar li nîva Bajarê Reqqayê ye.

Şaredariyê wek gava destpêkê komên qûmê û çopa li der dorê rakir.

Derbarê mijarê de hevserokê komîteya çand û entîkan Hesen Mistefa got:

“Me bi alîkariya şaredariya gel a Reqayê dest bi rakirina çopa li dor Qesra Keçikan kir her wiha em ê deverên ku terorîsta DAIŞ’ê xira kirin sererast bikin”.

Di dema Pêngava Rizgarkirina Reqayê de hêzên QSD’ê ev devera dîrokî bombe nekirin ji bo ku were parastin û tev alîkariya meclisa sivîl a bajêr ev der hat parastin.

“Qesra Keçikan” di sala 772 piştî zayînê di dema Harûn El-Reşîd de hat lêkirin her wiha ji deverên dîrokî yên herî navdar ên li Reqayê ne, lê di dema rêxistina terora DAIŞ’ê de vê qesrê jî wek her dverê para xwe ji talaniyê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *