Saturday, August 15, 2020
HomemanshetHêzên xweparastinê dewereya yekem li Reqayê vekirin
manshetNûçe

Hêzên xweparastinê dewereya yekem li Reqayê vekirin

Reqa – Îro roja sêşemê yekem dewreya “dildarî” ya hêzên xweparastinê bi navê ” Şehêdîn Pêngava Hecîn” ji bo 250 şervanên Reqayê dest pê bû.

Di perwerdeyê de dê waneyên siyasî û leşkerî werin dayîn.

Merasîmê vekirinê bi beşdariya malbatên şervanan û fermandarên Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû.

Hevserokê komîteya xweparastinê Mehmûd Ismaîl di merasîmê de axivî û vekirina vê dewereyê bi taybet li şehîdên Pêngava Hecînê pîroz kir.

Mehmûd rewşa aloz ya herêmê û gefên li ser Bakurê Sûriyê anî ziman û got ku divê ev şervan erka parastina vî welatî bigirin li ser milê xwe.

Merasîm bi sonda leşkerî bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *