Sunday, August 9, 2020
HomemanshetŞêniyên Hesekê Şehîdên xwe oxir kirin
manshetNûçeŞehîdên me

Şêniyên Hesekê Şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Hesekê cinazeyê 9 şehîdên xwe yên li gundewarê Dêra Zorê şehîd bibûn li guristana şehîdan a li Dawidiyê, oxir kirin.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre bi navê hêzên leşkerî Şiyar Xelîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku hemû serkeftinên wan bi saya van şehîdan e her wiha soza pêkanîna aramiya li welêt û şopandina xeta nemiran da.

Cîgirê serokê desteya kar û barên şehîdan Îdan Ibêd jî axivî û şanaziya xwe anî ziman û got ku wê tu carî vîna wan lewaz nebe û wê armanca şehîdên xwe pêk bînin.

Piştî ku nasnameyên şehîdan hatin xwendin, merasîm bi dawî bûn.

Navên Şehîdan wiha ne:

– Hisên Eswed

– Mihemed Mihemed

– Lûey Ehmed

– Mecid Seyad

– Mehmûd Ewed

– Ibrahîm Îsa

– Ehmed Eswed

– Selah Necim

– Emar Nasir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *