Bazara El-Reşîd a Gelêrî

0 50

Tebqa – Bazara El-Reşîd a gelêrî li gundewarên Reqayê ye, tiştên li vê bazarê pir erzan in û ji her deverê şênî berê xwe didin vir da ku bezên xwe bifroşin her wiha pêwîstiyên xwe bikirin.

Di vê bazarê de sebze, alavên malan her wiha cilên nû û kevin tên firotan.

Li aliyekî din bazirganiya bez beşek serke ye li vê derê.

Hejmarek mezin ji şêniyên herêmê têne vê bazarê ji ber ku tiştên li vir tên firotan li gorî sûka bajêr pir erzan in.

Diyab Ehmed yek ji şêniyên gund e dibêje:

” Em her Yekşem û Çarşem têne bazarê, em hemû pêdiviyên xwe û zarokên xwe ji vir dikirin ji ber ku li bajêr her tişt biha ye”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.