Monday, November 23, 2020
HomemanshetQSD’ê serdana malbatên şervanên xwe dike
manshetNûçe

QSD’ê serdana malbatên şervanên xwe dike

Tebqa – Ofîsa malbatên şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk serdana hin malbatên şervanan ên li Gundê Reşîd kir.

Armanca serdanan ew e ku pirsgirêkên van malbatan werin çareserkirin.

Di vê serdanê de rewşa siyasî û metirsiyên welatiyan hatin nîqaşkirin.

Endamê ofîsa malbatên şervanan Hesen Hisên Ehmed li ser mijarê got:

“Di vê heftê de me serdana 20 malbatan li gundên ( Hedac – Mehmûdlî – Reşîd – Ebû Kibir ) kir, em bi pirsgirêkên wan re mijûl dibin çi pirsgirêkên madî yan leşkerî. Armanca me em desteka manewî bidin malbatan her wiha rola QSD’ê ya di rizgarkirina herêmê de bidin naskirin”.

Malbatên şervanan jî kêfxweşiya xwe bi gav û serdanên wiha anîn ziman.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *