Tebqa – Meclisa lihevanîna êlan di derbarê bûyerên li bajaroka Mensûra de qewimîbûn, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku ji aliyê endamê meclisê Fewaz Xelîl El-Bêk hat xwendin wiha ye:
“Em sersaxiyê ji bo xwe û ji bo gelê xwe li ser wefata ciwanekî me dixwazin, bûyera ku qewimîbû encama karekî kesane bû. Her wiha em bûyerê şermezar dikin û bûyerên tevliheviyê yên li Mensûra rûdan ew jî cihê şermezariyê ne.
Em bi tev de li vê herêmê jiyan dikin û em nahêlin tu kes aramiya me xira bike, em bi diyaloga sûrî – sûrî re ne ji bo ku rûmeta herêmê were parastin.
Em ji hêzên ewlehiya hindirîn dawxaz dikin ku bi rola xwe ya ewlekariyê rabin, her wiha em piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk re careke din dubare dikin”.