Dîmenek ji jiyana şehîdekî

0 44

Şehîd Ehmed El-Kerîm ji zarokên Tebqayê ye temenê wî 22 salî bû ji malbatek xizan û çar birayên wî hebûn. Nikaribû xwendina xwe dewam bikira ji ber ku rêxistinên çekdar ketin bajarê wî.

Ehmed ji aliyê rêxistina DAIŞ’ê ve bi tuhmeta dijîtiya rêxistinê hatibû girtin.

Dema ku pêngava Xezeba Firatê dest pê kir di dîroka 3 – 4 – 2017 tevlî hêzên QSD’ê bû.

Di gelek şerên gundewarên Tebqayê de heta bajarê Reqayê beşdar bibû, di rizgarkirina taxên bajêr û sivîlan de xwedî roleke mezin bû.

Piştî wê Şehîd Ehmed di pêngava Bagera Cizîrê de jî beşdar bû.

Ehmed li gundê Bisêra bi guleya sekvanekî şehîd bû.

Dayîka şehîd Ehmed serbilindiya xwe bi şehadeta lawê xwe anî ziman.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.