Dîmenek ji jiyana şervanekî

0 85

Şervanê bi navê Emmar Mihemed ji zarokên Hesekê ye, karê barkirinê dikir da ku debara jiyana malbata xwe bike.

Di destpêka 2015’an de tevlî QSD’ê bû û li akademiya gudê “Sebahul Xeyr” perwerdeyên leşkerî û siyasî dîtin.

Di şerên rizgarkirina Reqa, Şedadî û gundewarên Dêra Zorê de beşdar bû.

Li ser bûyera birîndariya xwe Emmar dibêje:

“Dema ku me herêma Hecîn ji çeteyan rizgar kir me dest bi paqijkirina bermahiyan dikir, em gihan ber malekê mayîneke binerd bi me de teqiya. Di encamê de 5 hevalên min şehîd bûn û ez ji milê xwe û destê yê çepê birîndar bûm.

Hevalên min ez rakirim nexweşxaneya Ş. Sariya ya li Hesekê ji bo werim dermankirin”.

Emmar hêvî dike di demek nêz de rihet bibe da ku xeta hevalên xwe bidomîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.