Fermandarê Hêzên Sûriyaya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji Ajansa Nûçeyên Fransî AFP re axivî û behsa şerê li dijî terora DAIŞ’ê û danûstandinên bi hikûmeta Sûrî re kir.
Mezlûm Ebdî ji AFP re got:
” Şerê li dijî terora DAIŞ’ê bi dawî dibe û meheke din em ê bidawîkirina xîlafeta DAIŞ’ê ragihînin”.
Ebdî tekez kir û tenê cihekî bi çûk di destê çeteyan de maye, çete di dropêça me de ne û meheke din bi destek û alîkariya hêzên koalisyona navdewletî wê bi temamî her dever werin rizgarkirin.
Her wiha Ebdî got:
” di lihevkirina siyasî ya ji bo Sûriyê de divê rola QSD’ê were dîtin ji ber ku me bi navê cîhanê tev de şerê terorê kir”.
Ebdî di derbarê hikûmeta Sûriyê de jî wiha got:
“Hikûmeta Sûriyê bi israr e ku gelek deverên dewlemend bi betrolê bixe bin kontrola xwe, lê em jî bi israr in ku statuyeke xweser bi dest bixin”.
Fermandarê QSD’ê got ku hêza me dikare bibe beşek ji artêşa Sûriyê lê belê bi şerta ku taybetmendiya me hebe.
Li ser danûstandinê bi rêjîmê re Ebdî got:
“rêjîmê rêveberiya xweser red dike, niha wê danûstandinên me bi rêjîmê re li ser rengekî nenavendî dest pê bibin”.
Ebdî got ku rêjîm difikre weke berê vegere lê ev yek ne pêkan e.