Thursday, September 24, 2020
HomemanshetDîmenek ji jiyana şervanekî
manshetNûçe

Dîmenek ji jiyana şervanekî

Şervanê QSD’ê Fîras El-Mufrec ji zarokên Reqayê ye, di karê textan de dixebitî û di destpêka 2016’an de tevlî hêzên QSD’ê bû.

Li ser hemû cûreyên çekan perwerde dîtin û di şerên rizgarkirina Reqa û gundewarên wê her wiha yê Dêra Zorê jî de beşdar bû.

Li ser birîndariya xwe Ferec got:

“Di şerê rizgarkirina Herêma Kiber a Dêra Zorê de ez bi guleyeke teqemenî di lingê xwe yê çepê de birîndar bûm, hevalên min ez rakirim nexweşxaneya Ş. Sariya ya li Hesekê ji bo werim dermankirin”.

Ferec niha li mala birîndaran li Hesekê dimîne û hêvî dike di demek nêz de rabe ser milên xwe da ku xeta hevalên dewam bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *