Wednesday, January 27, 2021
HomeDaxuyanîEncama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê
DaxuyanîmanshetNûçe

Encama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê

Di saetên sibehê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li dijî nuqteyên me yên li bajaroka Sûsê pêk anîn, li gor dema dawî ev êrîş a herî dijwar bû û 10 saetan dom kir. Hemwextî wê balafirên koalisyona navdewletî gelek derbe li çeteayn dan.

Di encama pevçûnên dijwar de bi dehan çete hatin kuştin û gelek wendahiyên wan çêbûn, her wiha hinek şervanên me gihan asta şehadetê û hinek birîndar bûn.

Li eniyeke din di encama êrîşa çeteyan de pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de rû dan, di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û deboyeke mezin a çekan kete destên me. Her wiha şervanên me gelek malbatên ku di dorpêça çeteyan de mabûn rizgar kirin.

Tîmên rakirina mayînan li wan herêman karê rakirina mayînan dest pê kirin.

Heta amadekirina vê encamê şer û pevçûn bi awayekî demkî berdewam in.

Encama dawî ya pevçûnan:

– Hejmara kuştiyan: 82

– Deboyeke mezin a çek û cebilxanê kete destên me

– Wendahiyên terorîstan: 46 nuqte hatin rûxandin, 6 riyên leşkerî hatin birîn û 2 erebeyên doşka hatin teqandin

– Derbeyên balafirî: 56

– Hejmara şehîdên me: 11

– Hejmara birîndarên me: 15 birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

26’ê Çileya 2019

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *