Thursday, September 24, 2020
HomemanshetLi Tebqayê Xetên telfonê yên erdê tên sererastkirin
manshetNûçe

Li Tebqayê Xetên telfonê yên erdê tên sererastkirin

Piştî ku di sala borî de beşek ji pêwendiyên têlî hatin sererastkirin, îsal komîteya pêwendiyan ji rêveberiya sivîl re projeya temamkirina xetan pêşkêş kir.

Di projeya hatî pêşkêşkirin de çêkirina xetên Tebqa, Mensûra û Cirniyê hene, li van deveran xetên 15,000  –  1,500  –  3,000 hene. Her wiha dê alavên pêwîst ji bo sererastkirina xetan werin peydakirin.

Tevî ku komîteya pêwendiyan nû dest bi karê xwe kiriye, lê dikaribû li gelek dever û saziyan hin xetan aktîv bikin.

Gerînendeyê komîteya pêwendiyan li Tebqayê Mehmûd Mûsa got:

“Tevî kêmderfetiyê lê em kedeke mezin didin da ku hemû xet werin çêkirin, her wiha em karê enternêtê jî rêxistin dikin û ruxsetê ji wan re pêşkêş dikin, me pereyên her maleke ku enternêtê bikar bîne bi 4000 leyreyên Sûrî diyar kir”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *