Friday, October 23, 2020
HomemanshetNexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a bê pere hat vekirin
manshetNûçe

Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a bê pere hat vekirin

Reqqa – Komîteya tenduristî li Eyn Îsa nexweşxaneyeke xizmetên tenduristî bê pere pêşkêş dike, bi navê Şehîd Omer Elûş vekir.

Di merasîma vekirinê de endamên Meclisa Sûriyaya Demokratîk û nûnerên rêveberiya xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre gelek axaftin hatin kirin û hemiyan tekez kirin ku destkeftiyên li ser erdê bi saya xwîna şehîdan pêk hatine.

Nexweşxane wê hemû derfetên xwe bê pere pêşkêşî gel bike.

Di dawiya merasîmê de rîbana vekirinê ji aliyê saziya malbatên şehîdan ve hat qutkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *