Şervaên me êrîş birin ser gelek nuqteyên çeteyan û di encamê de pevçûnên dijwar rû dan û gelek çete hatin kuştin, hemwextî wê balafirên koalisyona navdewletî bombe li çeteyan dibarandin.
Şervanên me 1KM pêş de çûn û 41 nuqte rizgarkirin.
Li eniyeke din şervanên me êrîş birin ser çeteyan û gelek çete kuştin her wiha gelek dever girtin, li vê eniyê hinek şervanên me birîndar bûn her wiha hin şervan gihan asta şehadetê.
Li baskekî din jî şervanên me tevgera çeteyan ferq kirin ku dê êrîşeke dijber pêk bînin, şervanan derfet nedan û êrîşî wan kirin. Di vê êrîşê de çeteyan hemû cûreyên çekan bikar anîn û pevçûnên giran 3 saetan dewam kirin.
Hêzên me gelek çete kuştin, gelek jî reviyan û gelek nuqte bidest xistin her wiha hinek hevalên me birîndar bûn û hin heval gihan asta şehadetê.
Di saetên êvarê de komeke çeteyan ku xwe di tûnelan de veşartibûn hewil dan êrîşî şervanên me bikin, lê şernan ew ferq kirin û pevçûnên dijwar qewimîn, çeteyan hemû cûreyên çekan bikar anîn. Komeke din jî di avahiyekê de kom bû û bû hedefa şervanên me di encam de kom bi temamî hat kuştin, balafirên koalisyonê jî cihê çeteyan bombe kirin.
Piştî wê tîmên me yên rakirina mayînan dest bi paqijkirina herêmnê kirin.
Li eniyeke din jî çeteyan nuqteyên şervanên me bi topan hedef girtin, her wiha çeteyan bi balafirên keşfê yên bi moşekan barkirî nuqteyên me hedef girtin lê şervanan ew balafir bêyî ku bigihên armanca xwe xistin xwarê.
Heta amadekirina vê encamê pevçûnan bi awayekî demkî dewam dikirin.
Encama dawî ya pevçûnan:
– Hejmara kuştiyên terorîstan: 63
– Wendahiyên terorîstan: 61 nuqte hatin rûxandin, 5 riyên leşkerî hatin birîn, 2 topavêj hatin rûxandin, devereke sekvantiyê rûxiya û her wiha devereke balafirên keşfê rûxiya.