Wednesday, September 28, 2022
HomemanshetSê şehîdên şerê têkbirina teorê li Reqayê hatin oxirkirin
manshetNûçeŞehîdên me

Sê şehîdên şerê têkbirina teorê li Reqayê hatin oxirkirin

Şêniyên Bajarê Reqqayê îro sê şehîdên şerê têkbirina terorê ku li gundewarên Dêra Zorê şehîd bibûn, oxir kirin.

Karwana gel ji çerxerêya Firosiyê ber bi goristana Hikomiyê ve birê ket.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, di merasîmê de fermandarên QSD’ê, hêzên ewlekariya hindirîn, nûnerên saziyan û rûspî û êlên herêmê beşdar bûn.

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk Mehmûd El-Idlibî axivî û got:

“Em îro sê şehîdên xwe yên ku di şerê têkbirina terorê de lehengiyeke mezin kirine, oxir dikin. Em ê heta dawiyê xaka xwe û destkeftiyên xwe biparêzin”.

Her wiha El-Idlibî soza dewamkirina tekoşînê nû kir.

Piştî ku nasnameyên şehîdan hatin xwendin, merasîm bi tilîliyên dayîkan û siloganên pîrozkirina şehîdan bi dawî bû.

Navên şehîdan wiha ne:

– Şadî El-Humadî

– Welîd El-Xelef

– Mehmûd Zeri-ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published.