Wednesday, December 1, 2021
HomeDaxuyanîEncama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê
DaxuyanîmanshetNûçe

Encama Pevçûnên Şerê têkbirina Terorê

Çeteyê DAIŞ’ê vê sibê êrîşeke berfireh li dijî nuqteyên me yên li Bajaroka Sûrê pêk anîn, çeteyan hemû cûreyên çekan bikar anîn û pevçûnên dijwar rû dan. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin.

Sê jinên DAIŞ’î derbasî cihekî nêzî şervanên me bûn û xwe teqandin di encamê de hin hevalên me şehîd bûn.

Li eniyeke din şervanên me tevgera 3 çete û 2 jinên DAIŞ’î li tûnelekê ferq kirin û ew 5 kes kuştin, hemwextî wê jî balafirên koalisyona navdewltî bombe bi ser çeteyan de barandin.

Di lêgerîna şervanên me de deboyek çekên doşka ket destê me.

Dîsa li eniyeke din çeteyan bi balafirên keşfê êrîşeke dijber li dijî me pêk anîn, lê şervanan ew balafir xistin û êrşî şkandin.

Li eniyeke din du jinên DAIŞ’î xwe teqandin û di encamê de şervanekî me şehîd bû.

Di paqijkirina herêmê de deboyên çekan kestin destên me.

Heta amadekirina vê encamê pevçûn bi awayekî demkî berdewam in.

Encama dawî ye pevçûnan:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 143

– Dsebeyîn balafirî: 126

– Çek û alavên ku ji deboya çeteyan ketine destên me wiha ne:

2 çekên zagros, 3 doşka 12,5 , 4 çekên ispitçîno, 5 moşekên ispitçîno,

6 doşka 14,5  , 7 cercûrên sekvantiyê, 8 dorbînên rojê, 9 jî yên şevê,

10 çekên bêrno, 11 çekên sekfantiyê, 12 kilaşinkov, 13 RBG, 14 BKC,

16 bombêkşin, bi sedan guleyên BKC, 19 çekên ( A 4 ), 20 çekên Tirkî ji modela ( G – 3 ), 12 mayînên bi çûk û mezin, 22 hawan, 23 laptop, her wiha deboyeke din jî di destê me de ye lê nehatiyê hejmartin.

Li deboyeke sêyemîn jî ev çek hatin dîtin:

4 kilaşinkov, 3 hawan, 4 hawan ji modela ( 80 ), 5 hawan ( 60 ), 2 çek ispitçîno.

– Wendahiyên çeteyan: 97 nuqte hatin rûxandin, 8 riyên leşkerî hatin birîn, 2 erebeyên mayînkirî hatin teqandin, erebeyek leşkerî teqiya, 3 tûnel hatin xirakirin, 8 deverên mayînkirî hatin rûxandin, çekek doşka û 2 balafirên keşfê hatin rûxandin.

– Hejmara şehîdên me: 4

– Hejmara birîndarên me: 10

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *