Saturday, July 11, 2020
HomemanshetŞêniyên Hesekê 4 şehîd oxir kirin
manshetNûçeŞehîdên me

Şêniyên Hesekê 4 şehîd oxir kirin

Hesekê – Şêniyên Hesekê û gundewarên wê cinazeyê 4 şehîdên ku li gundewarên Dêra Zorê şehîd bibûn, oxir kirin.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre fermandarê QSD’ê Ebdullezîz Ferman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ferman tekez kir ku QSD’ê ji bo bidawîkirina terorê tekoşîna xwe didomîn û teror di qonaxa dawî de ye.

Bi navê saziya malbatên şehîdan Fatima Hisên axivî û hemû şehîdên şerê têkbirina terorê bibîr anîn û ji malbatan xwest ku serê wan bi zarokên wan bilind be.

Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û siloganên pîrozkirina wan bi dawî bû.

Navên şehîdan wiha ne:

– Ronî Gabar

– Mihemed El-Şêx

– Ziyad Hesekê

– Tewfîq Leylî

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *