Saturday, July 11, 2020
Homemanshet74 kes ji zarokên Mensûra hatin berdan
manshetNûçe

74 kes ji zarokên Mensûra hatin berdan

Tebqa – Hêzên Ewlekariya Hindirîn bi hevkariya ofîsa têkiliyên leşkerî û meclisa lihevanîna êlan, 74 kesên ku li Bajaroka Mensûrayê di bûyerên tevliheviyê de hatibûn girtin, serbest berdan.

Di civata lihevanînê de endamê ofîsa têkiliyên leşkerî Omîd Gabar axivî û tekezî li ser girîngiya yekbûn û hevgirtina gelan kir.

Endamê meclisa lihevanîna êlan Ebdulletîf El-Ferec jî axivî û got:

“Em riya şehîdên xwe dewam dikin û em ê paş de neçin. Her wiha em ê nehêlin tu kes tevliheviyê di herêma me de ava bike, û hûn jî zarokên me ne li pey kesên xirab neçin”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *