Ji dema ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar ji terora DAIŞ’ê rizgar kir, gelê Minbicê şerê avakirina civakek pêşketî û bajarekî nûjen dike.
Gava yekê avakirina meclisên zagonsaz, cibichkirinê û meclisa dadê bû.
Meclisa cibichkirinê di 12’ê Adara 2017’an de dest bi kar kir û 13 komîte ji ava bûn:
– Komîteya şaredariyan
– Komîteya perwerdeyê
– Komîteya hindirîn
– Komîteya çand û hûnerê
– Komîteya aborî
– Komîteya diravî
– Komîteya têkiliyên civakî
– Komîteya kar û barên civakî
– Komîteya tenduristiyê
– Komîteya ciwan û werzîşê
– Komîteya jinê
– Komîteya xweparastinê
– Komîteya malbatên şehîdan
– Bi sedan derfetên kar
Ofîsa karkirinê bi dehan kes navên xwe li wir tomar dikin û heta niha bi sedan derfetên kar peyda kirine.
Di sala 2017’an de 800 kes ji 7000 kesî bi kar bûn, û di sala 2018’an de jî bi hezaran navê xwe tomar kirine.
– Nasnameya Kesên astengdar
Ofîsa kesên astengdar di 15 – 7 – 2017’an de bi armanca alîkariyê hat vekirin.
Her wiha derfetên kar di serî de ji bo wan tên dayîn.
3 Kampên 10,000 Penaberî
Kampa rojavayê Minbicê:
Di vê kampê de 35 kon ji aliyê heyva sor a Kurd ve hatin vekirin, 350 ji aliyên komîseriya bilind a koçberan hat vekirin û 50 kon jî bi awayekî bê ser û ber hatin vekirin. Di vir de 500 malbat dimînin.
Kampa rojhilatê Minbicê:
Ev kamp ji 251 konî pêk tê û 1575 kes tê de ne, 65 kesên temen mezin hene, 610 zarokên kêmî pêncsaliyê tê de ne û her wiha 37 astengdar hene.
Kampa rojhilat a nû:
Ev kamp têra 470 konî dike, niha 3500 kes tê de dijîn.
Desteka madî û manewî ji bo koçberan:
Di vî warî de komîteya kar û barên civakî karê rêxistinên ku destek didin, rêxistin dike.
Rêxistinên destek didin ev in: (CONCERN) (PEOPLE IN NEED) (D C A) û bi dehan saziyên din.
Her wiha UNICEF û komîseriya bilind a koçberan serdana van kampan kirin.