Tebqay – ofîsa têkliyên giştî li Tebqayê bi hevkariya meclisa lihevanîna êlan civînek ji rûspiyên Tebqayê re lidar xist.
Ev civîn di çarçoveya hevdîtinên ronîkirin û naskirina rewşê de tên lidarxistin.
Civînê bi nîqaşa li ser rewşa bajaroka Mensûra ku gelek tevlihevî çêbû û gelek dever xira bûn, dest pê kir.
Endamê ofîsa têkliyên giştî li Tebqayê Omîd Gabar got divê ku em dûrî karên xirakirin û talanê bikevin, û divê her kesek di cavakê de xwe ji ber vê yekê berpirisyar bibîne û bi erka xwe rabe.
Beşdaran li hev kirin ku divê hemû pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û zagonî werin çareserkirin, civîn bi vî rengî bi dawî bû.